Sibat 24, 2022 02:12 Asia/Tehran
  • Ji ber Koronayê 227 kesên din li Îranî can dan

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 227 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara giştî ya qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 135 hezar û 726 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (çarşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 15 hezar û 340 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku ji wan 2 hezar û 333 kes li nexweşxanan hatin razandin.

Li Îranê hejmara kesên ku bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 6 milyon û 998 hezar û 975 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 561 hezar û 376 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Ji ber Vîrûsa korona heya niha li çaraliyê cîhanê nêzî şeş mîlyon kesan jiyana xwe ji dest daye.

Corona xwediyê çar mutasyonên genetîkî yên xeternak e, di nav de alpha, beta, gamma û delta û Omicron guhertiya herî dawî ya vê vîrusê ye.

Serepeyv