Reîsî: Îrade û siyaseta Îranê berfirehkirina hevkariyên digel welatên dost e
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îrade û siyaseta dewleta Komara Îslamî ya Îranê berfirehkirina hevkariyên digel welatên dost û bi taybet Umanê ye.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî roja çarşemiyê li hevdîtina tev Bedr Bin Hemed El-Bûseydî wezîrê karên derve yê Umanê li Tehranê got: Bê şik danûstandinên Tehran-Mesqetê dikare di xurtkirina peywendiyên her du welatan û çareserkirina pirsgirêkên navçeyî û navneteweyî de bi bandor bibin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku helwêstên dewleta Umanê baş û qayîm bûye û bi awayekî berçav ji reftarên hin welatên navçê cuda bûye, destnîşan kir: Bala dewleta padîşahî ya Umanê li Filistîn û Yemenê û mijarên navçê pir bi bandor û bi nirxe.
Reîsî bal kişand ser vê yekê ku li gor dîtina dewleta Umanê de berçavgirtina ewlekariya herêmê, alema Îslamê û mezlûman li Rojavayê Asyayê pir girîng e û di dewamê de got: Peywendiyên Îranê bi Umanê me razê û şa dike, lê di warê aborî û bazirganiyê de cihê geşepêdana zêdetir heye û ji kapasîteyên girîng ên her du welatan di geşkirina peywendiyên aborî û bazirganî de em dikarin zêdetir êstifade bikin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê, bi sipaskirina ji ber vexwendina fermî ya Sultanê Umanê jibo seredana vî welatî, wî jî Siltanê Umanê bo seredana Têhranê vexwend.
Wezîrê karên derve yê Şahnişîna Umanê jî bi qedirzanîna palpiştiya Komara Islamî ya Îranê, got: Têkiliyên baş di navbera Îran û Umanê de hene ku di dîrokê de li ser bingeha bawerî, rêzgirtin û hevkariyên erênî ji bo ewlehiya her du welatan û welatîn herêmê û cîhanê bûye. "
Wezîrê karên derve yê Umanê, Bedir Bin Hemed El-Buseydî, îro bi peyameke nivîskî ya Siltanê Umanê Heysem Bin Tariq El-Saîd ji bo Seyd Îbrahîm Raeîsî serokomarê Îranê giheşte Tehranê.