Sibat 23, 2022 14:16 Asia/Tehran
  • Emîr Ebdullahiyan: Divî danûstandin ji bo danûstandinan nebe, ji bo rêkeftineke baş bibe

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Tevî hemû hewldanên rêveberiya Trump û cezayan jî Îran îzole nebûye û di dewamê de got: Em hatine Viyenê ne tenê ji bo danistandinê, em bi armanca lihevkirineke baş li vir in.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan li hevpeyvîna digel Euronewsê ku êvara sêşemiyê hat weşandin, li bersiva vê pirsê ku hûn dikarin bi zelalî û bi kurtî bibêjin, mebesta we ji cidîbûna pêvajoya muzakereyên Rêkeftina Navokî çi ye? got: Em hatin Viyanayê ne tenê ji bo muzakereyê, lê ji bo muzakereyek baş em hatine vira. Bi baweriya min em tu carî ew qas nêzî peymanê nebûne.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: “Eger aliyê Rojavayê bixwaze ku îro li ser maseya danûstandinan li Viyenê çi diqewime bi rastbînî nêzîk bibe, em dikarin di nava çend saetan de bigihin rêkeftina dawî. Lewma li gorî me dem di destê aliyê rojava de ye û girêdayî realîzm û destpêşxeriya aliyê rojava ye.

Li ser pirsa nûçegihanê Euronewsê ku îdiyema  “Îrana îzolekirî” bi kar aniye, Emîr-Ebdullahiyan got: “Ambargoyên yekalî û neqanûnî yên Amerîkayê ji bo me bûne sedema pirsgirêkan û eşkere ye ku ji sala 2015an vir ve bêhelwestiya Brîtanya, Fransa û Almanyayê pirsgirêk ji Îranê re çêkirine.” Lê tevî hemû hewlên ku heta di serdema rêveberiya Trump de li Amerîkayê hatine kirin û di siyaseta wî ya zexta herî zêde li dijî Komara Îslamî ya Îranê de, tiştekî bi navê îzolekirina Îranê nekarî pêk were.

Gera heştem a muzakirên Viyenê di navbera Îranê û endamên Koma 4+1 ku li ser rakirina dorpêçên zalimane û neqanûnî yên li ser Îranê ye, piştî navbereke kurt ji bo biryarên siyasî, roja 8ê Sibata 2022an ji nû ve dest pê kir.

Serepeyv