Reîsî: Divê kapasîteyên heyî yên li welatên herêmê werin vejandin
Serokomarê Îranê destnîşan kir: Gelek ji kapasîteyên ku li Komara Îslamî ya Îranê, welatên navçê, welatên misilman û welatên cîran hene, kêmtir hatine ber çavgirtin û divê ev şiyan û kapasîte bên vejandin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî roja sêşemiyê li sefera xwe ya ji bo Qeterê li civîneke taybet bi karsaz û çalakên aborî yên Qeterî û Îranî re got: Siyaseta derve ya Komara Islamî ya Îranê li ser bingeha pêşdebirina Têkiliyên cîrantiyê û em di wê baweriyê de ne ku gelek kapasîteyên welatan hene.
Reîsî bal kişand ser vê yekê ku: "Îro beşeke biçûk ji van şiyanan hatine berçavgirtin û gelek kapasîteyên Komara Îslamî ya Îranê, yên welatên navçê, yên welatên misilman û welatên cîran hatine paşguhkirin ku divê ji bo tenahî û bextewariya gelên van welatan bên aktîfkirin."
Serokmarê Îranê tekez kir: “Îro siyaseta me vejandina van kapasîteyan û aktîvkirina siyaseta têkiliyên bi cîranan re ye.” Divê di navbera welatên herêmê de ji berê zêdetir têkiliyên siyasî, aborî, bazirganî, tûrîzm û çandî bên avakirin.
Reîsî amaje bi hevdîtinên xwe yên li gel Emîrê Qeterê jî kir û got: "Di van hevdîtinan de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî hat kirin." Me her duyan jî tekez kir ku divê pêwendî pêş bikevin û ev qas peywendiyên bazirganî, aborî, geştiyarî û çandî di navbera her du welatan de têrê nake û divê gavên mezin bên avêtin.
Ayetullah Reîsî her wiha got: Çalakvanên aborî bila bizanin ku îradeya berpirsên her du welatan pêşxistina peywendiyên bazirganî û aborî ye, lewma pêwîst e ji bo sermayeguzariyê plansaziyek bê kirin.
Serokomarê Qeterê xîtabî kasibkarên Qeterî kir û got: Li Îranê zemînek ji bo sermayeguzariyê heye û ev sermayeguzarî jî ji aliyê rayedarên her du welatan ve tê nirxandin.
Ayetullah Reîsî hêviya xwe ji destkeftên aborî yên vê seferê nîşan da û ragihand: Peywendiyên aborî û ticarî li navçê bi taybet Îran û Qeterê digihêje çend sedsalan, Lê belê ev têkilî kevneşopî bûye, lê niha bi forma nû em dikarin di vî warî de gavên baş bavêjin.
Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî êvara sêşemiyê piştî hevdîtina fermî ya digel Emîrê Qeterê û beşdarbûna li 6emîn Lûtkeya GECFê, ji Duhayê vegeriya Tehranê.