Sibat 23, 2022 11:21 Asia/Tehran
  • Reîsî şeva çûyî ji Duhayê vegeriya Tehranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvariya Sêşemiyê piştî hevdîtina fermî ya digel Emîrê Qeterê û beşdariya li şeşemîn Civîna Bilind a Welatên Hinardekarên Gazê (GECF) ji Duhayê vegeriya Têhranê.

Li gorî rapora IRNA`yê, ayetullah seyd Îbrahîm Reîsî li ser vexwandina fermî ya Emîrê Qeterê çû vî welatî û piştî pêşwaziya fermî li Dîwana Emîrtiyê, li çarçova sefera du rojî ya Qeterê bi Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re hevdîtin pêk anî.

Êvariya roja duşemiyê serokwezîrên Qeter, Trînîdad û Tobago û wezîrê karên derve yê Venezuelayê li gel ayetulah Reîsî hevdîtinek pêk anîn û hevdîtineke dostane bi îraniyên niştecihên Qeterê jî ji bernamên din ên Reîsî di yekem roja serdana xwe ya bo Duhayê de bû.

Serokomarê Îranê di duyemîn roja serdana xwe de piştî beşdarbûn li şeşemîn Lûtkeya welatên hinardekarên gazê û axivtina di vê civînê de, ligel Serokên Cezayîr, Mozambîk û Gîneya Ekvatorî jî civiya û gotûbêj kir.

Hevdîtin û gotûbêjên digel hejmareke zêde ji karsazên Qeterî û Îranî ku bi beşdariya wezîrên karên derve, enerjî û pîşesazî, maden û bazirganiyê yên Îranê û wezîrê bazirganiyê yê Qeterê pêk hat, bernama dawiyê ya Ayetullah Reîsî li Qatarê bû.

Di vê serdanê de ji bilî îmzebûna 14 belgeyên hevkariyê yên bi Qeterê re, bi Venezuelayê re jç peymana enerjiyê hat îmzekirin.

Serepeyv