Sibat 20, 2022 22:07 Asia/Tehran
  • Rawêjkariya Josep Borrell bi Emîr-Ebdullahiyan re li Munîxê

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell şeva şemiyê di çarçoveya 58emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê de bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan re civiya.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, "Emîr-Ebdullahiyan" roja Îniyê ji bo beşdariya li 58-emîn civîna Ewlehiyê ya Munîxê giheşte Almanyayê.

Husên Emir-Ebdullahiyan û Joseph Borrell şeva borî li ser danûstandinên atomç yên Viyenê gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li heyama mana xwe ya li Munîxê bi rayedarên hejmarek ji welat û rêxistinan ji wan serokomarê Slovenyayê, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û bi wezîrên karên derve yên welatên Qeter, Hollanda, Belçîka, Hindistan, Swêd, Îtalya, Almanya, Ermenistan, Bosna û Herzegovîna û Iraq re hevdîtin û gotûbêj kirin.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha roja şemiyê di civîna 58emîn a Konferansa Ewlekariya Munîxê de axivî.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwaha got: Îran amadeye di zûtirîn dem de bigehe rêkeftinek baş, bi mercê ku aliyê din amade bibe biryarên siyasî yên pêwîst bide.

Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî berpirs çendîn caran ragehandiye ku ji ber ku Amerîka alîyekî binpêkirina Rêkeftina Navokî ye, eva Waşîngton e ku divê bi rakirina sizayan vegere ser rêkeftinê û ji bo verastkirin û çsbata rastiyê soz û qirarîn xwe yîn li gor rîkeftinî cih bîne.

Serepeyv