Sibat 17, 2022 17:05 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em di qonaxa dawî ya danûstandinên etomî de ne

Hevdem ligel danûstandinên Viyenê yên di navbera Îran û koma 4+1 de, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê gihîşt qonaxa biryardayîna siyasî ya welatên rojava bi taybetî Washington û got: ew di qonaxa dawî ya danûstandinên etomî yên Îranê de ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, ew di qonaxa dawî ya danûstandinên nerasterast a ligel Îranê de ne ji bo zindîkirina rêkeftina etomî ya sala 2015an, bi awayekî ku rê li ber çalakiyên etomî yên Îranê bigire.

Li gorî rapora IRNA`yê; Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price roja Çarşemê li Waşîngtonê di civîneke rojnamevanî de derbarê hitmala hevdîtina wezîrên Derve yên Îran û Amerîkayê Husên Emr-Ebdullahiyan û Anthony Blinken re li kêleka Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê got: Em wer nafikirin ku wezîrên derve yên Amerîka û Îranê li Munchenê bicivin, lê divê em bibêjim ku wek me berê jî gotibû, danûstandinên rasterast di navbera Îran û Amerîkayê de li ser pirsa Viyenayê dê di berjewendiya me de bibe.

Ned Price ragihand, di rastiyê de ew di qonaxa yekalîker de ne ku ji wan re xuya bike, gelo ew dikarin vegerin plana karê hevbeş yan na.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got jî, danûstandinên rasterast di navbera Waşington û Tehranê de dê di berjewendiya Amerîkayê de bin.

Roja Çarşembê serokê şanda danûstandinan a Îranê Elî Baqirî jî ragihand, ew ji hemû demekê bêtir ji lihevkirinê nêzîk in lê diyar jî kir, ew li ser yek tiştî bi tena xwe lihev nakin û divê hemû mijar yek pakêj be.

Wezîrê Derve yê Fransayê jî ragihand, tenê çend roj li pêşya biryardana li ser zindîkirina rêkeftina etomî mane û ew yek di destê Tehranê de ye ku biryara xwe ya siyasî bide.

Serepeyv