Sibat 15, 2022 15:13 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran nîgeraniya Rûsyayê ya derbarê destwerdana derve de fêm dike

Wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna tev hevtayê xwe yê Rûsî, tevî têgihîştina nêrîn û nîgeraniyên Rûsyayê li bara destwerdanên derve, hêvî xwest ku rewşa niha bi riyên aştiyane û bi tevlêbûna avaker a dîplomasiyê were çareserkirin.

Têkiliyên Amerîka û welatên Rojavayê bi Rûsyayê re ji sala 2014’an ve piştî dagirkirina nîvgirava Kirimê aloz bûne; Rojava bi hinceta destwerdana Rûsyayê di karûbarên navxweyî yên Ukraynayê de gelek caran ceza li dijî Rûsiyê sepandine, lê Moskow îdiaya rojava red dike.

Di mehên dawî de, têkiliyên NATO-Rûsyayê ji ber îdiayên rojavayî yên derbarê hevbendiya leşkerî ya Rûsyayê li ser sînorên Ukraynayê aloz bûne.

Rojava, bi taybetî jî Amerîka, bi îdiaya ku hebûna hêzên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê metirsî ye li ser wî welatî, li hinceteke nû digere da ku li herêmê aloziyê çêbike û zextê li ser Rûsyayê zêde bike.

Rûsyayê çendîn caran ragihandiye ku hebûna wê ya leşkerî li ser sînorê Ukraynayê karekî asayî yê leşkerî ye, lê Amerîka û hevpeymanên wê berdewam in li ser aloztirkirina rewşê li ser sînorê Rûsya û Ukraynayê.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê piştî ku ji helwêsta Moskowê li vê bareyê agahdar bû, li gotûbêja digel Sergey Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê li bara krîza Ukraynayê bal kişande ser hebûna 5 hezar xwendekar û welatiyên îranî li Ukraynayê û ji hevtayê xwe yê Rûs re bi bîr xist ku Komara Îslamî ya Îranê bi hestiyarî geşedanên navçeyê dişopîne.

Emîr-Ebdullahiyan tevî têgihîştina nerîn û nîgeraniyên Rûsiyê yên derbarê destwerdanên derve, hêvî xwest ku rewşa niha bi têkeliyên aştiyane û çêker û bi rê û rêbazên dîplomatîk di navbera her du aliyan de were çareserkirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê peywendiya telefonî de her wiha bal kişand ser pêwîstiya berçavgirtina tam a mafên Komara Islamî ya Îranê di her rêketinnameyekê de ya navbera her du aliyan pêgîrî kir.

Emîr-Ebdullahiyan civîna dahatû ya Duyemîn Lûtkeya 3+3 (Îran, Rûsya, Tirkiye, Ermenistan, Gurcistan û Komara Azerbaycanê) li ser Qafqasya Başûr derfetek ji bo lihevhatin û hevgirtinê ji bo kûrkirina hevkariyên navçeyî di berjewendiya welat û gelên herêmê de bi nav kir.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha pêvajoya peywendiyên dualî û hin mijarên hevpar ên li qada navçeyî û navneteweyî ji wan danûstandinên Viyenê gotûbêj kirin.

Sergey Lavrov di hevdîtinên Viyenê de tevî pêzanînên xwe ji destpêşxerî û nêzîkatiya avaker a Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêjên Viyenê, li ser pêwîstiya berdewamiya şêwir û gotûbêjên aliyên curbicur ên muzakirên Viyenê ji bo pêdaçûna li ser metn û pêşniyaran û gihîştina lihevhatinan pêgirî kir.

Lavrov her wiha pêşwazî li mazûvaniya civîna bê ya lûtkeya 3 + 3 ya li bara Qafqasya Başûr ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve kir û hêvî xwest ku ev hevdîtin zêdetir berjewendiyên welatên navçê dabîn bike û îstiqrar û ewlehiya navçê biparêze. 

Serepeyv