Sibat 15, 2022 11:13 Asia/Tehran
  • Di çarçoveya hevdîtinên Viyenê de Baqirî bi Wezîrê Derve yê Awusturyayê re civya

Elî Baqirî Kenî Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê ku ji bo beşdariya li gotûbêjên rakirina dorpêçan li Viyenê ye, êvariya roja duşemê (bi dema herêmî) bi Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg re hevdîtin pêk anî.

Gera heştem a danûstandinan li ser rakirina sizayan di 17ê Kanûnê de li Viyenê dest pê kir û heta niha piraniya metna rêkeftina dawî hatiye nivîsandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Otrîşê Ebas Baqirpûr jî li vê hevdîtinê amade bû.

Baqirpûr, civîna du alî bi encam bi nav kir û got: "Di hevdîtinê de tekezî li ser berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan ji bo kûrkirina peywendiyên heyî yên dualî kirin û pêşhatên dawî yên hevdîtinên Viyenê hatin nirxandin."

Schallenberg danê êvaa duşemê jî bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Îranê Robert Malî re hevdîtin kir. Wezareta Karên Derve ya Awusturyayê têkildarî hevdîtinê de diyar kir ku hevdîtinên Viyenê gihiştine qonaxeke krîtîk û hestyar.

Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê li Têhranê li civîneke çapemeniyê ya hevpar digel Simon Kavonî wezîrê karên derve yê Îrlandayê got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye ku bigihêje rêkeftineke baş.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku aliyên rojavayî li şûna lîstina reftarên bi şokê, li şûna lîstina bi nivîsê û lîstina bi demê re, divê îradeya xwe ya rast nîşan bidin ku vegerin ser erkên xwe yên tam li gorî Rêkeftina Navokî.

Bi giştî hevdîtin piştî vegera şandan bo Viyenê di atmosfereke ber bi pêş û avaker de hatin kirin û li ser mijarên mayî jî gotûbêjên cidî hatin kirin.

Serepeyv