Sibat 14, 2022 21:14 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya salroja jidayîkbûna Hezretê Elî (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê

Roja Sêşemiyê, 13ê Receba 1443an a Koça Heyvî beranberî 18ê Sibata 2022an, salroja jidayîkbûna Hezretê Elî (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.

Hezretê Elî (S) di 13ê Recebê da li halekî ku dîwarê Keibeyê li ser dayîka wî hat qelaştin û ew derbasî vê mala pîroz bû, ji dayîk bû.

Hezretê Elî (S) ji serdema nûciwaniyê va li cem pêxemberê hêja yê Îslamê, Hezretê Muhemedê Mustefa (S) perwerde bû.

Ew yekemîn kes bû ku bawerî bi Îslamê anî û di hemî qonaxên teblîx û belavkirina dînê mobîn ê Îslamê ji aliyê pêxemberê hêja (S) va, yarê herî sereke yê wî hezretî bû.

Di Salnameya Komara Îslamî ya Îranê da, salroja jidayîkbûna îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, wek Roja Bavan hatiye binavkirin.

Gelê seranserî Îrana Îslamî, rêzê li salroja jidayîkbûna Hezretê Elî (S) ku di rastiyê da Bavê Îmametê ye, digire.

Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê ji ber hatina salroja jidayîkbûna Hezretê Elî (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê , pîrozbahiyê dide misilmanan û azadîxwazên din ên cîhanê.

 

 

Serepeyv