Sibat 14, 2022 18:37 Asia/Tehran
  • Peyama Heniye bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Em şanazî bi helwêsta we ya ronî dikin

Serokê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi boneya salvgera serketina mezin a Înqilaba Îslamî ya Îranê, peyamek bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî şand û sipasiya helwêstên wî yên piştgiriyê kir.

Roja Înê, 11ê Sibata 2022an, salroja serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê bû.

Li gorî rapora El-Meyadînê, Îsmaîl Heniye, Serokê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê roja Duşermiyê di vê peyamê da ragihand: Serketina Înqilaba Îslamî, destkefta mezin ji bo projeya Berxwedana Îslamî bû.

Îsmaîl Heniye di vê peyamê da xitabî hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nivîsiye: Tevgera Hamasê û gelê Filistînê hevparê we di vê şadiyê da ne da ku sipasiya xwe ya jidil ji ber helwêstên şerafetmendane û berdewam ên we di rawestiyana li kêleka Filistîn, ramana wan a edlane, piştgirî ji gelê vî welatî û berxwedana wan a mêrxasane ji bo berevaniya ji mafên xwe yên rewa diyar bikin.

Serokê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê her wiha destnîşan kir: Vê tevgerê hêviya xwe li berfirehbûna van helwêstan, dewama van rolan di serketina Filistînê û piştgiriya ji gelê vî welatî û bernameya wan a berxwedanê di germegera metirsî û kêşeyên ku ramana Filistînê tûşî wê bûye, girêdaye.

 

Serepeyv