Çile 31, 2022 10:25 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî çû tirba paqij a Îmam Xumeynî (Re) û Goristana şehîdan a Beheşta Zehrayê (S)

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî berbanga îro û di bereberê Dehika Fecrê, çû çû tirba paqij a Îmam Xumeynî (Re) û Goristana şehîdan a Beheşta Zehrayê (S).

Li gorî rapora Ofîsa Parastin û weşandina berhemên Hezretê Ayetullah Xamineyî, Di bereberê Dehika Fecrê û çil û sêyemîn salroja serketina mezin a Înqilaba Îslamî da, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di yekemîn saetên sibeha îro (Duşemî) çû ser tirba xîmdarê mezin ê Înqilaba Îslamî û bi xwendina nimêj û Quranê, îmamê payebilind ê gelê Îranê bi bîr anî.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha çû ser mezarên şehîdên payebilind Beheştî, Recayî, Bahuner û şehîdên bûyera 7ê Tîrmeha 1360î û ji Xwedayê mezin daxwaza bilindbûna cîgeha wan kir.

 

Hezretê ayetullah Xamineyî piştra çû goristana şehîdên serbilind û rêz li rûhên paqij ên berevanên îslam û Îranê girt.

Roja 12ê Behmena sala 1357an a Joça Rojî (1ê Sibata 1979an), Hezretê Îmam Xumeynî (Re), xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê piştî panzdeh salan dûrî û sirgûnê, di nava pêşwaziya bicoş a gel, pê li axa Îrana Îslamî danî.

Piştî derbasbûna 10 rojan ji hatina Îmam Xumeynî (Re) bo Îranê, di roja 22ê Behmena sala 1357an (11ê Sibata 1979an) da Înqilaba mezin a Îslamî ya Îranê bi ser ket, ji ber vê yekê ji roja 12ê Behmenê yanî roja hatina Îmam Xumeynî bo Îranê heta 22ê Behmenê ku roja serketina Înqilaba Îslamî ye, wek Dehika Fecrê hatiye binavkirin û her sal cejn û merasimên taybetî serketina Înqilaba Îslamî di van rojan da tê lidarxistin.

 

Serepeyv