Çile 29, 2022 19:53 Asia/Tehran
  • Îran êrîşa li ser balafirgeha Bexdayê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, êrîşa ser balafirgeha Bexdayê şermezar kir û got ku ew hewldanek e ji bo têkdana aramiyê li Iraqê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Karên Derve ya Îranê, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê “Seîd Xetîbzade” îro Şemiyê li bara êrîşa ser balafirgeha Bexdayê got:  Kiryarên bi vî rengî yên bi gûman dibe sedema bêewlehî û aloziyê li Iraqê û ew rê li ber xirabkar û fitnexwazan vedike û bandorê li xizmetguzariyên hikûmetê bo welatiyên Iraqê dike.

Xetîbzade tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê hertim ji bo pêkanîna û parastina ewlehiyê li Iraqê, geşepêdan û pêşkeftina vî welatî, berfirehbûna ewlehiyê û pêkvejiyana Iraqiyan piştgirî daye dewleta Iraqê û hewldanên vî welatî di warê ewlehkirin û aramkirina Iraqê de erênî nirxandiye û jê piştgirî kiriye û piştevaniya kiryarên dewleta Iraqê dike di warê avakirina vî welatî de."

Roja Înê danê sibê beşa leşkerî ya Balafirgeha Bexdayê (bingeha Victoria ya Amerîkayê) bû hedefa roketan.

Tevî aktîvkirina sîstema dijî hewayî ya Siram a Amerîkayê jî, agahî hene ku ji 10 roketên 107 mm hatine avêtin, 6 roket li baregehê ketine.

Li gorî hin agahiyan jî 3 roket lê ketine û 3 roket jî di wesayîta  roketavêj de mane.

Serepeyv