Çile 29, 2022 13:45 Asia/Tehran
  • Rêkeftina Navokî bû mijara gotûbêja telefonî ya Pûtîn û Macron

Di pêwendiyeke telefonî de, serokên Rûsya û Fransayê piştgirî dan hewldanên navdewletî yên ji bo parastin û vegerîna ser Rêkeftina Navokî ya bi Îranê re.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ofîsa Çapemeniyê ya Koşka Kremlînê êvara Îniyê li daxûyaniyekê ragihand ku "Vladimir Putin û Emmanuel Macron" rewşa li bara Bernama Giştalî ya Çalakiyên Hevbeş li bara bernama navokî ya Îranê gotûbêj kirin.

Li gorî ragihandina Kremlînê, her du aliyan di vê pêwendiya telefonî de bal kişandin ser nêzîkbûna helwestên Rûsiya û Fransayê, ku bi awayekî çalak piştgirîya berdewamkirina hewildanên navneteweyî ji bo parastin û cîbicîkirina Rêkeftina Navokî û biryarnama 2231`ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY dikin.

Rûsya û Fransa endamên koma 4 + 1ê ya derbarê Rêkeftina Navokî de ne û li Viyenê ji bo rakirina cezayan di gotûbêjan de ne.

Heta niha 8 gerên danûstandinên Viyenê hatine kirin û niha di çarçoveyên cuda de berdewam in.

Serepeyv