Çile 29, 2022 13:02 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran giringiyê dide pêşxistina hevkariyên ligel welatên Amerîkaya Latîn

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva Înê li gotûbêja telefonî bi wezîrê karên derve yê Nîkaraguayê Denis Moncada re li ser amadebûna Îranê ji bo geşepêdan û berfirehkirina peywendiyan bi welatên Amerîkaya Latîn û bi taybetî Nîkaraguayê pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îran Press`ê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" li vê peywendiya telefonî serketina Danîel Ortega li hilbijartinên serokomariya Nîkaragûayê ya vê dawiyê û serketina Bereya Sandînîstan pîroz kir û diyar kir ku Îran giringiyê dide geşepêdana hevkariyên digel welatên Amerîkaya Latîn bi taybetî Nîkaragua.

“Emîr-Ebdullahiyan” bal kişand ser amadebûna “Muhsin Rizayî” Cîgirê Serokê Komara Islamî ya Îranê li merasima sondxwarina “Daniel Ortega” serokomarê Nîkaraguayê kir û got: Tehran amade ye hemû rêkeftinên ku di serdana Cîgirê Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Nîkaraguayê de hatine îmzakirin, cîbicî bike.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha ji hevtayê xwe yê Nîkaraguayî xwest ku serdana Îranê bike  û di dewamê de got: Şikra Xwedê peywendiyên siyasî yên di navbera her du welatan de di rewşeke baş de ne û ez hêvîdar im ku di demek nêzîk de em bikarin hevkariyên aborî di navbera her du welatan de zêdetir berfirehtir bikin.

Wezîrê karên derve yê Nîkaraguayê jî ji ber pîrozbahiyên wezîrê karên derve yê Îranê û amadebûna Cîgirê Serokê Komara Islamî ya Îranê li merasima sondxwarina Daniel Ortega serokomarê Nîkaraguayê spasî kir û mazûvaniya ji bo şanda Îranê ji welatê xwe re şanaz da zanîn û amaje bi wê yekê jî kir ku hêviya serkeftinê ji bo serokomar, hikûmet û gelê Îranê dike.

Dennis Moncada di dewamê de desnîşan kir ku di navbera du welatan û di warên curbicur yên aborî, teknolojî û dewa û dermanan û hwd de rêkevtinên curbicur îmza bûne û Nîkaragua amade ye ku di zûtirîn dem de van peymanan bi cih bîne.

Di vê pêwendiya telefonî de wezîrê karên derve yê Nîkaraguayê jî ji wezîrê karên derve yê Îranê xwest ku serdana Nîkaraguayê bike.

Serepeyv