Çile 29, 2022 09:13 Asia/Tehran
  • Şêwirmendiya telefonê ya Emîr-Ebdullahiyan ligel Wezîrê Derve yê Komara Azerbaycanê

Wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja telefonî tev wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê, bal kişande ser pêwîstiya cîbicîkirina rêketinnamên di navbera her du welatan de û hêvî xwest ku civîna komîsyona hevpar a konsulessî li Bakûyê bi lez were lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" û "Ceyhun Bayramov" wezîrên karên derve yên Komara Îslamî ya Îranê û Komara Azerbaycanê înê li ser geşepêdana hevkariyên dualî û pêşhatên navçê gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê li vê gotûbêjê de bal kişand ser hevdîtina serokomarên her du welatan û herwiha serdana wezîrê rêyan û bajarvaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bo Bakûyê û serdana wezîrê berevaniya Komara Azerbaycanê. bo Îranê û ev yek nîşana têkiliyên baş ên her du cîranan bi nav kir.

Emîr-Ebdullahiyan silavên “Seyd Îbrahîm Reîsî” serokê Komara Islamî ya Îranê gihandin ”Îlham Alîyev” serokomarê Azerbaycanê û ji aliyê Reîsî ew vexwand ji bo seredana Îranê.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwisa îşare bi peywendiyên baş ên Komara Îslamî ya Îranê û Komara Azerbaycanê kir û got: "Hesankirin û lezkirina dayîna vîzeyê di navbera her du welatan bi taybetî ji bo xwendekar û bazarganên Îranî pêdivî ye."

Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Cîhûn Bayramov jî li ser geşepêdana hevkariyên her du welatan di mehên dawî de kêfxweşiya xwe nîşan da û got: "Em hewl didin ku ev komîsyon di dema xwe de pêk were."

Bayramov pêşwaziya pêşniyara wezîrê karên derve yê Îranê jî kir û amadebûna xwe ji bo lidarxistina komîsyoneke hevpar a konsulessî li Bakûyê ragihand.

Serepeyv