Çile 28, 2022 21:59 Asia/Tehran
  • Îdiaya nû ya berdevkê Wezareta Derve ya derbarê Rekeftina Navokî de

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê îdiayeke nû derbarê rêketina navokî de anî ziman, bêyî ku behsa vekişîna neqanûnî ya Waşîngtonê ji Rêkeftina Navokî bike.

Li gor raporta Klûba Rojnamevanên Ciwan a Îranê, Ned Price berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di axaftinekê de îdia kir ku pencereya derfetan ji bo vegera ser Rêkeftina Navokî her diçe tê girtin û her ku diçe tengtir dibe.

Gera heştem a danûstandinên rakirina cezayan di 27ê Kanûnê ya 2021ê de dest pê kir û danûstandinkar dixebitin ku ramanan veguherînin ser gotin û hevokan.

Piştrastkirina rakirina sizayan û dabînkirina garantiyan ku Îran tekezî li ser wan dike, du mijarên girîng ên pêvajoya danûstandinên Viyenê ne.

Di demekê de ku Rûsya û Çîn piştevaniya daxwazên aqilane yên Îranê di danûstandinan de dikin, lê tê gotin ku welatên rojavayî yên li ser maseya gotûbêjan bi berdewamî helwêstên xwe diguherînin û daxwaza pêdaçûnekê li pêşkeftinên bidest ketî dikin.

Serepeyv