Çile 28, 2022 19:38 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Iraqê: Pêncemîn dewra hevdîtinên Tehran û Riyazê dê di demek nêzîk de were lidarxistin

Balyozê Îranê li Bexdayê amaje bi pêşketina baş a gotûbêjên digel Riyazê kir û got: îradeya siyasî ya her du aliyan bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de heye.

Li gorî rapora roja îniyê ya ajansa nûçeyan a Fars`ê, ``Îrac Mescidî` sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, li bara muzakirên navbera Îran û Erebistanê got: Îranê 4 dewrên gotûbêjê bi şanda siûdî re li Bexdayê cih anîn û van gotûbêjan pêşketinên baş hebûne û gera pêncem a danûstandinan di demek nêzîk de dê were kirin.

Mescidî bal kişande ser vê yekê ku îradeya siyasî ya her du welatan çareserkirina kêşeyên di navbera her du welatan de ye û di dewamê de got: Rojeva me ew e ku em bikaribin qutbûna peywendiyên her du welatan ku bi salan e didome ji holê rakin.

Erebistana Siûdî di 3ê Çileya 2016ê de bi hinceta ku hin kesan êrişî balyozxane û konsulxana wî welatî li Tehran û Meşhedê kirine, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ligel Îranê qut kirin.

Serepeyv