Çile 28, 2022 09:51 Asia/Tehran
  • Mîrê Qeterê bi Biden re li ser hevdîtinên Viyanayê diaxive

Karbidestekî Qeterî got ku mîrê vî welatî dê bi Joe Biden re di serdana xwe ya Amerîka de ji bo gotûbêjkirina rakirina sizayan li Viyanayê bicive.

Karbidestekî Qeterê yê haydar ji AFP'ê re ragihand ku Emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî dê di çend rojên bê de li sefera xwe ya Amerîkayê bi Joe Biden re bicive û li ser danûstandinên li Viyenê yên derbarê rakirina cezayên li dij Îranê gotûbêj bike.

Biryar e Emîrê Qeterê wek yekem karbidestê pilebilind ê Ereb ji Kendava Farsê roja 31 Çile biçe Washingtonê.

Biryar e di vê serdanê de Temîm Bin Hemed bi Biden re li ser geşepêdana peywendiyên Duha-Waşîngtonê û mijarên dualî gotûbêjan bike.

Li kêleka mijara Îranê û gotûbêjên Viyenê, mijara enerjî û gazê yek ji mijarên herî girîng e ku mîrê Qeterê û serokomarê Amerîkayê dê ser şêwir bikin, bi taybetî ku Waşîngton û welatên rojava li dû çavkaniyên alternatîf ên gazê bo Rûsyayê ne.

Reuters’ê jî çendek berî niha nivîsîbû ku mijara Îranê dê bibe yek ji mijarên ku di vê hevdîtinê de bên gotûbêjkirin.

Serepeyv