Çile 27, 2022 14:16 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Qeterê li Têhranê di gel Emîr-Ebdullahiyan civiya

Wezîrê karên derve yê Qeterê li Têhranê di gel Wezîrê karên derve yê Îranê civiya.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed bin Ebdulrehman Alê Sanî, Wezîrê karên derve yê Qeterê û cîgirê serokwezîrê vî welatî ku hatiye Têhranê, îro (Pêncşemî) bi çûyîna bo Wezareta derve ya Îranê di gel Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê civiya.

Kanala El-Cezîreyê şeva derbasbûyî ji zarê hin çavkaniyan ragihand ku Wezîrê karên derve yê Qeterê biryar di serdana xwe ya Têhranê da tev rayedarên bilind ên Îranê derbarê mijarên navçeyî biaxive.

Wezîrê karên derve yê Îran û Wezîrê karên derve yê Qeterê Sêşemiyê bi şev bi riya telefonê axivîbûn.

 

 

Serepeyv