Çile 26, 2022 16:23 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Pêwendiyên Têhran û Bakûyê li ser bingeha baweriyên du gelê du welatan li bingehên dînî yên hevpar e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina di gel Wezîrê berevaniyê yê Komara Azerbaycanê da destnîşan kir: Pêwendiyên Têhran û Bakûyê li ser bingeha baweriyên du gelê du welatan li bingehên dînî yên hevpar e.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îran îro (Çarşemî) di hevdîtina di gel Zakir Hesenov, Wezîrê berevaniyê yê Komara Azerbaycanê da ggot: Pêwendiyên Têhran û Bakûyê tenê pêwendiya nasyar a dualî ya navbera welatên din nîne.

Reyîsî got: Îran û Komara Azerbaycanê ne tenê xizm in, belkî pêwendiya heyî, têkiliya kûr û xurt a du gelan e ku li ser bingeha baweriya gelê du welatan li bingehên dînî yêîn hevpar pêk hatiye û di dirêjahiya dîrokê da xurt bûye.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îran tevî amajeya bi hevdîtina xwe di gel Îlham Eliyêv, serokê Komara Azerbaycanê li kêleka civîna ECO'yê li Tirkmenistanê got: Siyaseta Îranê hevkariya berfireh di gel welatên cînar bi taybet Komara Azerbaycanê li Qefqazê ye û li gorî tekeziyên pêkhatî di wê hevdîtinê da ji aliyê serokomarên du welatan va, pêvajoya berfirehkirina danûstandinên aborî û ticarî ji wan tranzîtî bilez pêk tê.

 

Serepeyv