Çile 25, 2022 00:21 Asia/Tehran
  • Hevdîtinên Îran û Koma Çar û yek li Viyenê

Gotûbêjên di navbera nûnerên şandeyên Îranê û Koma Çar û yekê ji bo rakirina dorpêçên zordarane li Viyenê îro jî berdewam kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, Civîna serok û nûnerên heyetên Îran, Yekîtîya Ewrupa û Koma 4 + 1 ji bo gotûbêjkirina metna pêşnûmeyê îro Duşemê jî li Viyenê berdewam kir.

Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro li civîneke rojnamevaniyê li bara pêşhatên gotûbêjên Îranê bi koma 4+1 re li Viyenê got: Hemû aliyan li ser vê yekê li hev kirine ku divê Amerîka cardin ji rêketinama navokî dernekeve."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got: Me li çar warên ku belgeyên muzakereyê li ber destê me ne, pêşketinên baş bi dest xistine û di hin belgeyan de jî rêjeya cudahî û parantezê kêm bûye.

Li gor ragihandina şandên danûstandinan, gera heştem a gotûbêjên rakirina dorpêçan ku roja Duşemiyê 27ê Kanûna 2021ê dest pê kiriye û hîn berdewam e, hin pêşketinên xwe yên ber bi çav hebûne.

Piştrastkirina rakirina sizayan û dabînkirina garantiyan ku Îran tekezî li ser wan dike, du mijarên girîng ên pêvajoya danûstandinên Viyenê ne.

Serepeyv