Serdana Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bo Komara Azerbaycanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331634-serdana_wezîrê_rê_û_bajarvaniyê_yê_komara_Îslamî_ya_Îranê_bo_komara_azerbaycanê
Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo şopandin, asankirin û lezgînkirina derbasbûn û hatûçûna keştiyên ticarî yên Îran û Komara Azerbaycanê ji nav hed û hidûdên her du welatan, sefera Bakûyê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2022 14:19 Asia/Tehran
  • Serdana Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bo Komara Azerbaycanê

Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo şopandin, asankirin û lezgînkirina derbasbûn û hatûçûna keştiyên ticarî yên Îran û Komara Azerbaycanê ji nav hed û hidûdên her du welatan, sefera Bakûyê dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, Rûstem Qasimî wezîrê rê û bajarvaniyê yê Îranê îro duşemê çû Bakuyê û biryar e di vê serdanê de bi rayedarên Azerbaycanê re li ser geşepêdana hevkariyên di warên guhastin û tranzîtê de û şopandina projeyên binesaziyê yên hevbeş di navbera her du welatan de gotûbêj bike.

Rostem Qasimî bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Alîkarê Serokwezîrê Azerbaycanê Şahîn Mistefayêv û Wezîrê Veguhestin û Geşepêdana Dîjîtal Reşad Beniyev re li ser çêkirina pireke hevbeş a rê li ser çemê Astara Çayê û her wiha ewê li ser şopandin, asankirin û lezgînkirina derbasbûn û hatûçûna keştiyên ticarî yên Îran û Komara Azerbaycanê ji nav hed û hidûdên her du welatan danûstandinan bikin.

Serdana projeya îskileya rêylî ya bendera Astara-Astara û seredana pirojeya çêkirina pireke hevbeş li ser çemê Astara Çayê û seredana rêyên derbasbûnê ji bernamên wezîrê rê û bajarvaniyê Îranê li serdana wî ya Komara Azerbaycanê ne.