Pêşnimêjê Îniyê yê Tehranê: Nexşeya hevkarîya Îran û welatan li ser esasê berjewendîyên netewî hatîye amadekirin
Pêşnimêjê Îniyê yê Tehranê got: Komara Îslamî ya Îranê li gorî berjewendiyên xwe yên netewî nexşerêya hevkariyê bi welatên din re amade dike.
Hucet-ul-Îslam "Seyd Muhemed Hesen Ebûturabî Ferd" pêşnimêjê înê yê Têhranê bi amaje bi tetbîqat û meşqên hevpar ên deryayî yên Îran, Rûsiye û Çînê got: Ev meşqên hevpar dikarin di baştirkirina ewlehiya navçê de rolekê bilîzin û pêşhatên girîng nîşan bidin di siberoja herêmê de."
Ebûturabî Ferd amaje bi wê yekê kir ku hezarsaliya sêyem ji aliyê teorîsyenên siyasî, aborî û çandî ve hezarsaliya Asyayê ye û diyar kir: Parzemîna Asyayê bi nifûsa xwe ya herî zêde li ser rûyê erdê, xwediyê pêgeheke berbiçav û diyar e.
Pêşnimêjê înê yê Têhranê her wiha amaje bi kapasîteyên enerjiyê yên li Asyayê jî kir û got: Îro ev parzemîn wek navenda hilberîna enerjiyê li cîhanê xwediyê cihekî diyarker e.
Ebûturabî Ferd seredana serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî bo Rûsiyê bi bîr xist û got: "Xurtkirina peywendiyên bi vî welatê cîran re di çarçoveya berjewendiyên netewî de ji bo Îranê ye ku roja îro li ser desthilatê ye û 40 sal in li hember zorbêj û sitemkaran rawestiyaye û dikare ji bo baştirkirina ewlehiyê rli navçê oleke girîng bilîze".
Pêşnimêjê înê yê Têhranê tekez kir: Tecrubeya Îranê ya sekinîna li ber serdestxwaziya Amerîkayê dikare bibe palpiştiya hevkariyên Îran, Rûsiye û Çînê ji bo bihêzkirina ewlehiyê li Asyayê.