Çile 21, 2022 22:39 Asia/Tehran
  • Reîsî li Mizgefta Mezin a Moskowê: Sirra mislmantiyê ew e ku mirov li hemberî yên din bi exlaq û sozadar bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li pêşberî nimêjkerên Mizgefta Mezin a Moskowê, mizgeft wek malên Xwedê li ser rûyê erdê wesif kir û got: Mizgeft xwedî erkên ferdî û civakî ne û ji bilî bi dest xistina însaniyetê û pêwendiya bi Xwedê teala re, têkiliyên civakî navbera misilman jî li mizgeftan çêdibin."

Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê li sefera Moskowê li ser vexwendina Ravil Eynuddîn serokê civata muftiyên Rûsiyê bi nimêjkerên Mizgefta Mezin a Moskowê re hevdîtin kir.

Reîsî di vê hevdîtinê de diyar kir ku îro li cîhana fesadî û bêexlaqiyê her derî girtiye, eva îspata dike ku roja îro însanan Xwedê ji bîr kiriye û di dewamê de got: 70 sal zulm û tawan li ser gelê Filistînê û zêdetir ji 20 salan kuştina gelê Efxanistanê encama siyaseteke bê manewî û bê exlaqî ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li ser girîngîya manewîyatê ji bo misilmanan jî destnîşan kir: Tawanên tekfîriyan li Sûriye, Iraq, Efxanistan û Yemenê di bin ala îslamê de tên kirin û ev yek jî bi plan û piştgirîya Amerîka û siyonîstan tên kirin. 

Reîsî yek ji erkên herî girîng ên mizgeftan li cîhana Îslamê ronîkirin û pêşîgirtina li geşbûna tevgerên tekfîrî bi nav kir û got ku raza misilmantiyê xwe pergalkirin bi exlaq û mirovatiyê û wezîfenasî û sozdarî li hemberê yên din.

Reîsî herwiha derbarê hevdîtina xwe û Vladîmîr Putîn de jî got: Di gelek mijaran de nêrînên me yên hevpar hene û her du welat hewl didin asta hevkariya dualî bilind bikin.

Serepeyv