Daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser hevdîtina Lavrov û Emîr-Ebdullahiyan
Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê hevdîtina wezîrên derve yên Rûsya û Îranê de nivîsî, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku serdana Serokomarê Îranê bo Rûsyayê, peleke nû ye di pêşxistina pêwendiyên dualî de.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr Ebdullahiyan roja pêncşemiyê li hevdîtina tev Sergey Lavrov hevtayê xwe yê Rûs li bara mijarên berfireh gotûbêj kirin.
Wezareta karên derve ya Rûsiyê li daxûyaniyekê ragihand ku her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku serdana Seyd Îbrahîm Reîsî serokomarê Îranê bo Moskoyê, pelek nû ye li pêşdebirina peywendiyên dualî û faktorek e ji bo kûrkirina bingehên qahîm ên hevkariyên her du welatan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di vê hevdîtinê de gelek mijarên siyasî, aliyên curbicur ên pêşdebirina hevkariyên Îran û Rûsiyê ji wan pêşxistina gotûbêjên siyasî û hevkariyên di warên bazirganî, aborî, çandî û mijarên mirovî de, bi pêdagiriya li ser cîbicîkirina pirojeyên sereke yên hevpar hatin gotûbêjkirin.
Di vê daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di van hevdîtinan de li ser esasê diyaloga di navbera wezaretên pêwendîdar de, hat destnîşankirin ku di têkoşîna dijî vîrusa koronayê de hevkarî bên xurtkirin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, di vê civînê de rewşa derdora bernama Pêngava Tam a Hevbeş (Rêkeftina Navokî) bi cidî hate gotûbêjkirin û desnîşan bû ku ev rêkeftin hîn jî baştirîn riya girtina pêşiya berfirebûna çekên navokî ye. Herdu aliyan li ser biryardariya xwe ya berdewamkirina gotûbêjên li Viyenê ji bo vejandina rêketinama navokî bi awayê wê yê resen pêgîrî kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de Lavrov û Emîr Ebdullahiyan li ser mijarên herêmî û di serî de Efxanistan, Sûriye, Qafaasya Başûr û Deryaya Xezerê nêrînên xwe anîn ziman.