Çile 20, 2022 20:39 Asia/Tehran
  • Civîna Serokê Civata Misilmanên Rûsyayê bi “Seyd Îbrahîm Reîsî” re li Moskowayê

Serokê Civata Misilmanên Rûsyayê li Moskovayê bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî îro (Pêncşemê) li hevdîtina tev Ravîl Eynuddîn serokê Civata Misilmanên Rûsîyê li Moskowayê got: Ev seredan dê bibe xaleke werçerxan û girîng di peywendiyên aborî, siyasî û bi taybetî çandî yên Îran û Rûsyayê de.

Serokê Civata Misilmanên Rûsyayê Ravil Eynuddîn jî Serokomarê Îranê vexwendibû ku li Mizgefta Mezin a Moskowayê amade bibe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, duh Çarşemê, li ser vexwendina serokomarê Rûsiyê Vladimîr Pûtîn, bi serokatiya şandeke pilebilind çû Moskowayê.

Serepeyv