Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê: Îranê tu oltîmatomekê li muzakereyan qebûl nake
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê tu muhlet û oltîmatomek li muzakereyan qebûl nake.
Wehîd Celalzade, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, li hevpeyvîna bi IRNA`yê re diyar kir ku berxwedana Amerîkayê li hember cihanîna erkên xwe, sedema dirêjbûna gotûbêjan e û got: Amerîka hewl dide ku boykotên kêm rake û li hemberî wê dixwaze ku Îran gişt soz û peymanên xwe yên navokî cih bîne.
Celalzade amaje bi daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî kir ku dibêje dema rêkeftinê bi dawî tê û got: "Ev daxuyanî di rastiyê de zexta herî zêde ye bêyî piştgiriya siyasî ji aliyê Amerîkayê."
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Komara Îslamî ya Îranê ne li pey muzakereyên demdirêj ên bê ebcam û têkçûyî ye, belkî li pey muzakereyên mantiqî ye ku di berjewendiya her du aliyan de bibe, ji bo rakirina dorpêçên zalimane li ser gelê Îranê."
Li gorî gotina Celalzade: "Ev danûstandin dikarin di demeke kurt de bigihêjin encamê, bi şertê ku Amerîka razî bibe ku dorpêçên xwe yên yekalî li dijî Îranê rake."
Celalzade amaje bi nêzîkatiya siyaseta derve ya hikûmeta 13’an jî kir û got: “Nêrîna ber bi rojhilat ve û peywendiyên bi cîranan re û siyaseta derve ya hevseng ji prensîbên bingehîn ên hikûmeta 13’an e. Ji ber vê yekê di dema ku hevdîtinên Viyenê didomin, Wezîrê Derve Husîn Emîr-Ebdullahiyan diçe Çînê û Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî jî çû Rûsyayê.
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îran, belgeya 25 salî ya hevkariya aborî ya Îran û Çînê wek belgeyek da zanîn ku her du aliî jê qezenc dikin û got: "Eger ev hevkarî ne di berjewendiya Komara Îslamî bibaya Amerîka û Ewropa ewqas derheq wê hestyar nediban."