Çile 20, 2022 14:38 Asia/Tehran
  • Reîsî: Îraniyên li derveyî welêt balyozên Îranê ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Îraniyên li derveyê welêt balyozên Îranê ne.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Serokomariyê, Serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di dewama serdanên xwe yên Moskowê de, di civîna îraniyên li Rûsyayê de, ev hevdîtin wek derfeteke hêja da zanîn û got: Îradeyek cidî heye ku em astengî û pirsgirêkan li ser riya pêşvebirin û pêşxistina hevkariyên hevbeş ji holê rakin.

Reîsî herwiha got: Beşek ji hevdîtina bi Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê re li ser mijarên hevpar ên her du welatan li warên aborî û geşepêdana peywendiyan hat terxan kirin, lê beşeke din jî derbarê rola bihêz a Îran û Rûsiyê li navçê û pirs û mijarên navneteweyî bû.

Serokomarê Îranê herwiha got: Ji van hevdîtin û gotûbêjan tê derxistin ku rayedarên her du welatan li pey çareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina peywendiyan in.

Reîsî amaje bi wê yekê jî kir ku hêvî eva ye di bazarên Rûsiyê de ji bo kelûpelên îranî pêgeheke guncaw dirust bibe û di dewamê de got: Serokomarê Rûsiyê bal kişand ser wê yekê ku helbet pişka Îranê di bazara Rûsiyê de dikare baştir û zêdetir bibe.

Serokomarê Îranê amaje bi zêdekirina peywendiyên li gel hin welatan di mehên borî de jî kir û got: Amar nîşan didin ku bi hewlên karsaz û rayedarên Îranê hinardekirina Îranê zêde bûye.

Reîsî herwiha got: Divê hemû gelê Îranê li her derê cîhanê li pêşketin û geşepêdana Îranê bifikire û ji bo vê yekê hemû şiyanên xwe bikar bîne.

Serokomarê Îranê got: Mêr û jinên mezin ên Îranê di warên zanist, çand û hunerê û herwiha di warê berxwedanê de li hember dijminan, dîrok nivîsandin û dîrokeke geş xuliqandine û em dikarin bi wan serbilind bin.

Reîsî bal kişande ser vê yekê ku siyaseta Îranê siyaseteke hevseng e û bi vê dîtinê berê xwe dide gişt cîhanê û destnîşan kir: Îradeya Îran û Rûsyayê aktîvkirina zirûf û şiyanên her du welatan e.

Serepeyv