Baqirî li Viyenê bi muzakirekerên Rûs û Çînê re hevdîtin kir
Danûstandinên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye û Çînê li Viyenayê civîneke sêalî li dar xistin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, şev borî û li dûv rawêjkariyên berdewam li Viyenê di çarçoveya gera heştem a gotûbêjên navbera Îranê û welatên 4+1 (Almanya, Fransa, Rûsiye, Çîn û Brîtanya) ji bo rakirina dorpêçên Amerîkayê li dijî Îranê. Civîna sêalî ya Elî Baqirî serokê muzakereyên Komara Îslamî ya Îranê, Mîxaîl Ulyanov nûnerê Rûsiyê û nûnerê Çînê di muzakereyan de li Hotêla Coburg a Viyenê hat lidarxistin.
Elî Baqirî serokê danustandinên Komara Îslamî ya Îranê ku piştî serdaneke du rojî bo Têhranê roja duşemiyê vegeriya Viyenê, duh çarşemiyê jî bi nûnerên Yekîtiya Ewrûpayê û sê welatên ewropî yên endamên Rêkeftina Navokî re hevdîtin kir.