Emîr Ebdullahiyan: Hevkariya Îran û Rûsyayê dê pir baş bibe
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li peyameka Twitterê nivîsî ku hevkarîya Îran û Rûsîyê dê bi fêde û pir baş bibe.
Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: "Di hevdîtina girîng, dostane û demdirêj a Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de li Kremlin, têkiliyên Tehran û Moskowê ketine ser riyeke nû, cihêreng û bilez.
Emîr Ebdullahiyan her wiha got: Di beşa nû ya peywendiyan de dê hevkariyeke pir baş di navbera du welatan pêk were.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî: Serokên Îran û Rûsiyê li ser xêzkirina nexşerêyeke demdirêj li hev kirin û cîhana pêşerojê dê li ser bingeha piralîbûnê bibe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, duh Çarşemê, li ser vexwandina serokomarê Rûsîyê, Vladimîr Pûtîn bi serokatiya şandeke pilebilind çû Moskoyê.