Çile 17, 2022 05:15 Asia/Tehran
  • Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclîsa Îranê: Rojeva şanda danûstandinan a Îranê rakirina dorpêçan e

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê tekez kir: Rojeva desteya muzakereyên Îranê rakirina dorpêçan e.

Li gor rapora Klûba Rojnamegerên Ciwan ên Îranê, “Wehîd Celalzade” Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Di hevdîtinên Viyenê de, aliyên Çînî û Rûsî li gel helwêstên Îranê ne. "

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisê got: Ewropî û amerîkayî li muzakireyên ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo bidestxistina mafên gelên Îranê hewl dide ku lê digerin şiyanên Îranê kêm bikin ku eva li dijî xwestekên tîma muzakereyê ya Îranê ye."

Gera heştem a gotûbêjên Viyenê li paytexta Otrîşê sibê (duşemê) bi vegerîna serokên şandên danûstandinan ên Îranê û  koma 4 + 1ê berdewam dibe.

Serepeyv