Mora: Li Viyanayê şêwirîn û gotûbêj berdewam dikin
Koordînatorê Komisyona Hevbeş a Rêketinama Navokî û nûnerê YEyê yê di hevdîtinên Viyenê de Enrique Mora di twîtterê de diyar kir ku hevdîtinên li paytexta Awûstûrya (Otrîşê) dewam dikin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Alîkarê berpirsê karên derve yê Yekîtiya Ewropayê û hevrêzkarê Komîsyona Hevbeş a Rêketinama Navokî di twîtekê de ragihand ku civîna Koma Xebata rakirina boykotan li Viyenê tê lidarxistin û got. Civîna Koma Xebatê ya rakirina Cezayan niha li Otela Coburgê tê lidarxistin. Ji bo îro hevdîtinên zêdetir hatibûn plankirin.
Mora her wiha got, serkeftina danûstandinên Viyenê li ser Rêkeftina Navokî hîn ne diyar e; eva tiştek e ku di danûstandinên weha tevlihev û dijwar beraqil xuya dike.
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell roja Înê ragihand ku dibe ku di danûstandinên Viyenê de lihevkirinek çêbibe. Wî ku di civîna çapemeniyê ya hevpar a ligel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian de diaxivt, amaje bi atmosfereke baştir di hevdîtinên Viyenê de kir û got: "Di hevdîtinên Viyenê de dibe ku bi Îranê re lihevkirinek were kirin."
Ji aliyê din ve Le Drian di civîneke rojnamevaniyê de amaje bi gotûbêjkirina rakirina dorpêçên ser Îranê li Viyenê kir û got, heta ku pêşketinên bilez di danûstandinên ligel Îranê de çênebin, siza nayên rakirin.