Emîr-Ebdullahiyan: Krîza Sûriyê bêyî berçavgirtina pirsa penaberan û sizayan nayê birêvebirin
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê: Bêyî ku mijara penaberan û tehrîmên li dijî Sûriyê bên çareserkirin, qeyrana vî welatî nikare li ser riya rast were birêbirin û safîkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ragihandin û Berdevkiyê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir O. Pedersen ku ji bo gotûbêjkirina geşedanên li Sûriyê li Tehranê ye, îro yekşemê bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan re hevdîtin kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê li vê hevdîtinê spasiya nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir ji ber ku alîkariya gotûbêjên niştimanî, aştî û aramiyê li Sûriyê dike û desnîşan kir ku Îran amade ye di vî warî de ji bo serkevtina wî jê piştgiriyê bike.
Emîr-Ebdullahiyan bal kişand ser nêrîna Komara Îslamî ya Îranê li ser çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê tekez kir û got: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji destpêka pêşhatên Sûriyê heta niha beşek ji hewlên çareseriya siyasî li Sûriyê bûye.
Wezîrê karên derve yê Îranê hebûna neqanûnî ya hêzên Amerîkayê li Sûriyê û herwiha êrişên Israîlê ser vî welatî sedema têkdana pêvajoya çareseriya siyasî li Sûriyê da zanîn û pêgirî kir ku pêwîst e civaka navneteweyî û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî vê mijarê bîne ber çavên xwe.
Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li Sûriyê her wiha rewşa Sûriyê bi îstiqrar wesif kir û got: Di rewşa niha de ti aliyek behsa guhertina rejîma vî welatî nake.
Geir Pedersen bal kişand ser parastina serweriya neteweyî, desthilatdariya siyasî û yekîtiya axa Sûriyê.