Çile 16, 2022 12:34 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Girêbesta 25-salî di navbera Tehran û Pekînê de dê ser qazancê du aliyan bibe

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê rêketinama stratejîk ya giştalî ya Îran û Çînê di berjewendîyên du welatan da nirxand.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan ku ji televîzyona CGTN a Çînê re axivî, diyar kir ku di serdana xwe ya Çînê de bi hevtayê xwe yê Çînî re ser armancên hevpar gotûbêj kir û di dewamê de got: Peywendiyên Tehran û Pekînê di hemû waran de berferehtir dibin û beşdarî û hevkariyên stratîjîk ên 25 salî di navbera her du welatan de dê qezenca du welatan bibe.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Di rêkevtina 25 salî ya navbera Tehran û Pekînê de, me her tiştê ku di berjewendiya her du welatan de ye, cîhbicîh kiriye û di vê rêkeftinê de ku roja Îniyê me xistiye warê cîbicîkirinê de, Tehran û Pekînê sûdê jê werdigirin.

Emîr-Ebdullahiyan yek ji aliyên danûstandinên Viyenê, nûnerê Çîn da zanîn ku di warê mafên aştiyane yên navokî yên Îranê de roleke avaker û piştgir lîstiye û tekezî li ser rakirina dorpêçên zalimane li ser Îranê dike.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan Roja Pêncşemê, li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi, bi serokatiya şandeke bilind a siyasî û aborî çû Çînê.

Serepeyv