Çile 14, 2022 10:08 Asia/Tehran
  • Bo cara yekem li Îranê, motora giran a setlayhilgir a ardûya hişk li Îranê hat ceribandin

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Ceribandina pêşbir û motoira yekem a setlathilgir a îranî bi ardûya hişk bo cara yekem bi awayê serketî pêk hat.

Li gorî rapora IRAN Pressê, serdar Emîr Elî Hacîzade, Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di diwazdehemîn civîna Civata Fêrkar û Zanayên Bilad li Qûmê, got: Di vê ceribandina serketî da motor û ardûya hişk a trast a 66 ton hat bikaranîn.

Serdar Hacîzade bi gotina vêya ku di warê fezayî da du hokarên setlayt û setlaythilgir gelekî girîng e, wiha domand: Di du salên borî da ceribandinên setlaythilgirên îranî bi bikaranîna ardûya şilkî pêk dihat û ji niha û pê va Îran dê bi motorên erzan gelek setlaytan bişîne fezayê.

 

Serepeyv