Baqirî û Enrique Mora li Viyanayê hatin ba hev
Civîna dualî ya Serokê Lijneya Danûstandinan a Îranê û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Saziya Karên Derve ya Ewropayê li Otêla Coburg a Viyenê hat lidarxistin.
Li gor nûçeya IRIB News; Elî Baqirî Kenî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê lijneya muzakireyê ya Îranê û Enrîque Mora cîgirê sekreterê giştî yê saziya karên derve ya Ewropayê li vê hevdîtina îro çarşemê li ser mijarên balkêş ji her du aliyan re gotûbêj kirin.
Piştî vê hevdîtinê, Baqirî bi nûnerên 3 welatên Ewropayê yên wekî Fransa, Brîtanya û Almanyayê re dicive.
Îro herwiha civîna koma xebatê ya sêyemîn a bi navê Koma Xebatê ya Tedbîrên Rêveber hat lidarxistin.
Gera heştem a danûstandinên Viyenê roja duşema borî dest pê kir.
Komara Îslamî ya Îranê ragihandiye ku eger li Viyenê lihevkirinek çêbibe, divê ew aliyê ku rêketinama navokî binpê kiriye, berî her tiştî sizayan rake û piştî verastkirinê, kiryarên navokî yên Îranê di çarçoveya Rêketinama Navokî de bên rêkûpêkkirin.