Dawiya sefera 2 rojî ya Emîr-Ebdullahiyan bo Uman û Qeterê
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê piştî sefera du rojî ya Uman û Qeterê sibeha çarşemiyê gihîşt Tehranê.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Husên Emîr- Ebdullahiyan di çarçoveya serdana xwe ya bo Umanê de bi Cîgirê Şah û Wezîrê Derve yê Umanê re hevdîtin pêk anî û di serdana xwe ya bo Duhayê de jî bi Mîrê Qeterê û Wezîrê Derve yê vî welatî re hevdîtin pêk anî.
Emîr-Ebdullahiyan derbarê serkeftinên serdana xwe bo Duhayê de jî got: Gotûbêjên dualî li ser mijarên curbicur ên peywendiyên Îran û Qeterê yek ji mijarên hevdîtinên bi rayedarên siyasî yên Qeterê bû.
Li gor gotina Emîr-Ebdullahiyan, biryar e komek wezîrên Komara Îslamî ya Îranê li ser vexwandina dewleta Qeterê di rojên bê de biçin Duhayê.
Emîr-Ebdullahiyan li ser mijarên têkildarî hevdîtinên Viyenê li paytextên Uman û Qeterê jî got: Îran dostên xwe yên li herêmê derbarê danûstandinên Viyenê agahdar dike û wan jî wek cîranên me mafê xwe hene ku ji tiştên ku di navbera Îran û 4+1 de li Viyenê diqewimin agahdar bibin.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Em bawerin ku destkeftên Komara Îslamî ya Îranê di warê pêşxistina zanîna aştiyane ya navokî de dikare ji bo hemî welatên navçê, cîran û welatên îslamî were peyda kirin.