Çile 09, 2022 16:54 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Amerîka bi hemî hêza xwe dijminê Komara Îslamî ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi kesên ku dirûşmeya "Mirin ji bo Amerîkayê" wek hegera dijminatiya hertimî ya isstikbarê di gel Komara Îslamî dizanin, got: Amerîka bi hemî hêza xwe dijminê Komara Îslamî ye, ji ber ku vê hikûmetê pêkhatî ji dîn û nîşana baweriyên dînî yên gel dizane.

Li gorî rapora navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah xamineyî roja Yekşemiyê di hevdîtina vîdyoyî di gel komeke çîn û qatên cûr bi cûr ên gelê Qûmê bi boneya salvegera serhildana 19ê Dêya 1356an (9ê Çileya 1978an), Komara Îslamî ya Îranê nîşana îslamê û hakimiyeta Umeta Îslamî da zanîn.

Wî tevî amajeya bi meyl û tasîba misilmanên sune li welatên cûr bi cûr li Komara Îslamî, got: Merasimên mezin ên rêzgirtina li şehîd Sulêymanî li welatên îslamî nîşaneyek ji vê mereqdarî û tasîb û piştevaniya Umeta Îslamî ji Komara Îslamî ji Rojhilatê Asyayê heta Rojavayê Afrîqayê ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Oxirkirina dîrokî ya meytê şehîd Sulêymanî mînakek ji pirjîna xêreta derfetsaz a gel da zanîn û got: Di wê merasimê da, gelê Îranê careke din yekîtî û pênaseya xwe ya dînî û înqilabî aşkira kir û eger ew meytê pîroz dê biçûya Sûriye, Libnan û Pakistanê jî, dê weke Îranê ji aliyê gelên misilman va bi awayekî bicoş bihata pêşwazîkirin.

Hezretê ayetullah Xamineyî şehîdkirina serdar Sulêymanî mînakeke ji berdewamiya hesabên şaş ên amerîkiyan da zanîn û got: Teorîrstan dixwest hac Qasim wek sembola hereketa mezin ku ew nûnerê wê bû, ji nav bibin, lê meşa mezin û diyarkirina hub û heza gelemperî ya gelê Îranê û gelên welatên din di duyemîn salvegera şehîdbûna serdar, wek herekete mezin a pêkhatî ji hêza Xwedê, nîşan da ku dezgeha hesabger a amerîkiyan bi rastî xerab û nivîşkan e.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha teslîmnebûna li hemberî dijminê zorbêj û mistekbir ji prensîbên sereke yên Înqilabê zanî û got: Eva ku di qonaxekê da di gel dijmin danûstandin pêk were bi wateya teslîmbûna li hemberî wî nîne, hema wisa ku heta niha teslîm nebûye û ji niha û pê va jî dê nebe.

 

Serepeyv