Çile 09, 2022 11:42 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Serhildana 19ê Dêyê ya gelê Qûmê, bû serçaviya Înqilaba Îslamî

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Serhildana gelê Qûmê di 19ê Dêyê da bû serçaviya herekete berdewam ku serê axir Înqilaba Îslamî pêk anî.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê di hevdîtina vîdyoyî di gel gelê Qûmê bi boneya salvegera sserhildana 19ê Dêyê da, got: Axaftina îro derbarê rûdana girîng û dîrokî ya 19ê Dêya sala 1356an e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Hin rûdanên dîrokî ku xwedan naverokên kûr in û peyamên bilind digihînin nifşên din, divê zindî bên ragirtin û pêwîst e derbarê wan behs bê kirin û nabe ku em bihêlin toz û xubara jibîrbûnê li ser van rûdanên mezin rûne ku rûdana 19ê Dêyê yek ji wan e.

Wî got: Rûdana 19ê Dêyê wek serçaviya guhertineke mezin e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Ev rûdan û dûhatên wê nîşana kûrahiya dînî ya gel e.

Şiroveya gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê piştra were weşandin.

 

Serepeyv