Çile 08, 2022 21:48 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 26 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 847 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şembê 8ê çileya 2022 ragihand ku ji bo cara yekem piştî 614 rojan jimara pêketiyên Koronayê li Îranê daketiye bin hezar kesî û di 24 saetên dawiyê de 701 kes bi vê vîrusê ketine.

Bi zêdebûna van nexweşan ser pêketiyên Koronayê yên ji despêka peydabûna vîrusa Koronayê li Îranê heya vê demê jimara wan giştiye 6 milyon û 204 hezar û 925 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 50 hezar û 483 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî herwiha ragihand ku  di 24 saetên borî de 451 hezar û 795  dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine lêdan.

 Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 60 milyon û 66 hezar û 25 kesan doza yekem, 52 milyon û 526 hezar û 641 kesan doza duyem û 9 milyon û 841 hezar û 553 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 122 milyon û 434 hezar û 219 dozî. 

Serepeyv