Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibê bi boneya salvegera serhildana 9ê Çileyê ya gelê Qumê diaxive
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê sibê di salvegera serhildana 9ê Çileyê ya gelê Qumê de ya li dijî rejîma stemkar a Şahî dê axaftineke televîzyonî bike.
Li gor rapora navenda ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, axavtina Hz. ayetulah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî sibê Yekşemê bi awayekî zindî ji televîzyonan tê weşandin.
Axaftina rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî di salvegera serhildana 9ê Çileyê de, her sal bi amadebûna bi hezaran kes li gelê bajarê Qumê li Husêniya Îmam Xumeynî dihat lidarxistin, lê belê îsal ji ber belavbûna vîrusa korona, bêyî amadebûna xelkê wê ji televizyonê bê weşandin.
Di 9ê Çileya 1978 de gel, mamoste û xwendekarên navenda zanistên olî ya Qumê (li başûrê Tehranê) li dijî bêhurmetiya rejîma Pehlewî li kesayetiya Îmam Xumeynî (RE), damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê, xwepêşandan kirin ku hêzên rejîma Pehlewî gelek ji neraziyan şehîd û birîndar kirin.