Çile 08, 2022 10:34 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Berdevkê IAEA derbarê danîna kamerayan li Kompleksa Tessa ya Kerecê

Berdevkê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ragihand ku kamerayên kompleksa Tessa li Kerecê (rojavayê Tehranê) beriya dawiya sala 2021an hatine danîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Berdevkê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê ragihand ku IAEA heta dawiya Kanûna 2021`an  li şûna kamerayên ku ji kompleksa Tessa ya Kerecê hatibûn derxistin, kamerayên nû bi cih kirin.

Rafael Grossî, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) roja Çarşemê 15ê Kanûna 2021ê ragihand ku li gorî rêkevtina navbera Îran û IAEA, dê rojên pêş kamerayên Ajansê li Kompleksa Tessa ya li bajarê Kerecêbên werin danîn.

Piştî vê yekê, “Behrûz Kemalwendî” berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: “Piştî lêkolînên berfireh ên teknîkî, ewlekarî û dadwerî, kamerayên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê dê careke din li kompleksa “Tessa” a bajarê Kerecê werin danîn.

Serepeyv