Çile 07, 2022 22:42 Asia/Tehran
  • Li Viyenê ji bo rakirina destnedanan muzakere dewam dikin

Danûstandinên şanda Îranê û koma 4+1 li ser rakirina dorpêçan li Viyenê dest pê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, gotûbêjên şanda pisporên Komara Îslamî ya Îranê bi nûnerên koma 4 + 1 li Viyenê îro Înê li ser mijara rakirina dorpêçan dest pê kir.

Ev gotûbêj li ser bingeha wê rêkeftinê ye ku di civîna dawî ya Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî bi dest ket û nûnerên welatên beşdar di danûstandinan de tekezî li ser giringiya rakirina cezayên neqanûnî û zalimaner kirin.

Ev civîn û rûniştinan ku di van rojên dawî de bi awayê dualî û piralî pêk hatin, balê dikişînin ser destnîşankirina çarçove, parametr û pîvanên şopandina rastbûna rakirina sizayan û garantîkirina wê yekê ku kiryarên neqanûnî yên Amerîkî dubare nebin.

Danûstandinên Viyenê di demekê de tên şopandin ku piraniya şandên danûstandinan hemfikir in ku di çarçova lihevkirina dawiyê de hin pêşkeftin bi dest ketine.

Komara Îslamî ya Îranê ragehandiye ku eger lihevkirinek li Viyenê pêk were, divê aliyê binpêkerê rêketinnama sala 2015’an, berî her tiştî sizayan rake û piştî verastkirinê, dê Îran li gor rêketina navokî tevbigere û bernama xwe ya navokî li gor wê rêk û pêk bike.

Gera heştem a danûstandinên Viyenê roja duşema borî dest pê kir.

Serepeyv