Çile 04, 2022 21:57 Asia/Tehran
  • Berdevkê Hikûmeta Îranê: Divê Amerîka dawî li binpêkirina mafên mirovan bîne

Berdevkê hikûmeta Îranê rexne li derxistina wêneyên Serdar Silêmanî ji qada sîber(sayberî) kir û got: Divê Amerîka dawî li kiryarên binpêkirina pîvanên mafên mirovan bîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, “Elî Behadorî Cehrûmî” berdevkê hikûmeta Îranê li ser malpera xwe ya înternetê nivîsî.

Rakirina wêneyê Hero (Qehreman) ji qada sîber berdewamiya heman ruhê tundrew û tawanên terorîstî yên Amerîkayê yên vî welatî di şehîdkirina Serdar Silêmanî de ye.

Wî her wiha got: Ev kiryara tirsonek ya Amerîkayê binpêkirineke mezin a azadiya raderbirînê û mafên mirovan li dijî hestên bi milyonan kes li seranserê cîhanê ye.

Duşemî 3ê Çileya 2022an, hevdem ligel 13`ê Çileya sala 1400`an a Rojî, salvegera şehadeta general Hac Qasim Silêmanî fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bû.

Fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî general serdar Qasim Silêymanî, Cîgirê Serokê Rêxistina Heşda Şeibî Ebû Mehdî el-Muhendis û hejmarek ji hevalên wan sibeya roja Înê 3ê Çileya 2020 li nêzîkî balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê di encama êrişeke esmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê de hatin terorkirin û şehîdkirin.

Serepeyv