Merasima salvegera şehadeta Serdar Silêmanî li Tehranê
Bi hilketina duyemîn salvegera şehadeta Serdar general Qasim Silêymanî li Nimêjgeha(Musela) bajarê Tehranê merasimeke girseyî bi beşdariya çîn û qatên gel li dar ket.
Li gor rapora Ajansa Nûçeyan a IRIBê; Di merasima ku bi xwendina ayetên Qurana pîroz dest pê kir, di vê mersimê de Zeyneb Silêmanî keça şehîd Serdar Hac Qasim Silêmanî û Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî axivîn.
Di vê merasîmê de pesinbêjî û newhexwandin ên taybetî roja şehadeta Hz. Fatime (s) jî beşeke din a vê merasîmê bû.
Îro Duşemî 03.01.2022 salvegera şehîdkirina General Hac Qasim Silêmanî fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ye.
Fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî serdar general Hac Qasim Sulêymanî, Cîgirê Serokê Rêxistina Heşda Şeibî Ebû Mehdî el-Muhendis û hejmarek ji hevalên wan sibeya roja Înê 3ê Çileya 2020 li nêzîkî balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê di encama êrişeke esmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê de hatin terorkirin û şehîdkirin.
Gotinên Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di nûçeyeke din de tên weşandin.