Çile 03, 2022 10:21 Asia/Tehran
  • Serdar Silêmanî; Di têkoşîna li dijî terorê de şampiyonê cîhanê bû

Îro Duşemî 03.01.2022 salvegera şehîdkirina General Hac Qasim Silêmanî fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ye.

General Hac Qasim Silêmanî, Cîgirê Serokê Rêxistina Heşda Şeibî Ebû Mehdî el-Muhendis û hejmarek ji hevalên wan di danê sibeya roja Înê 3 Çileya 2020 li nêzîkî balafirgeha Bexdayê li paytexta Iraqê de di encama êrişeke esmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê hatin terorkirin û şehîd bûn.

Şehîd Silêmanî wek fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî roleke girîng di jinavbirina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê lîst û bi salan bi organîzekirina hêzên seferberiya gelanî li van welatan aştî, aramî û ewlekarî ji gelên van welatan re afirand.

Hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî piştî şehadeta Serdar Silêmanî di peyamekê da wiha got: Salên tekoşîna bi dilsozî û wêrek li çeperên şerê li dijî şeytanan û şerûdên cîhanê û bi salan bi hêviya şehîdbûna di riya Xwedê teala de, di dawiyê de Xwdayê mezin Silêmaniyê hêja gihand vê miraza wî ya hêja û xwîna wî ya pak bi destê mirovên herî rezîl û xirab li ser erdê hat rijandin. 

Rêberê Mezin ê Înqilaba Îslamî da zanîn ku şehîd Silêmanî kesayetekî berxwedanê yê navneteweyî ye û hemû alîgirên berxwedanê ji bo rakirina heyfa xwîna wî xwe amade kirine û di dewamê de wiha got: Bila hemû dost û dijmin jî zanibin ku xeta cîhada berxwedanê wê bi motîvasyoneke çend beraber berdewam bike û serkeftineke teqez li benda Mucahîdên vê riya pîroz e.

Hezretê ayetullah Xamineyî di vê peyamê de amaje bi vê yekê kir: Gelê Îranê dê navê şehîd hêja û mezin Qasim Silêmanî û şehîdên pê re bi taybet mucahidê mezin ê Îslamê Ebû Mehdî Muhendis bi hurmet bîr tînin.

Serepeyv