Çile 01, 2022 15:17 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Bi bereketa xwîna şehîd Sulêymanî, tevgera Berxwedanê roja îro hêvîdartir e

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi mînakbûna şehîd Sulêymanî li nav xortên navçeyê, ev şehîdê ezîz wek kesayetiyê herî neteweyî û umetî yê Îran û Cîhana Îslamê zanî.

Li gorî rapora navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Şemiyê di hevdîtina di gel malbat û endamên Erkantiya rêzgirtina li serdarê şehîd Hac Qasim Sulêymanî da got: Dijmin wer difirkirîn ku bi şehîdkirina Sulêymanî, Ebû Mehdî û hevriyên wî yên din, dê kar bi dawî were, lê roja îro bi bereketa wê xwîna ezîz û mezlûmane, Amerîka ji Efxanistanê reviyaye, li Iraqê neçar maye wisa nîşan bide ku derketiye û rola şêwirmendî û bêyî hebûna leşkerî ragihîne ku helbet birayên iraqî divê bi hişmendî vê mijarê bişopînin, li Yemenê Bereya Berxwedanê pêş dikeve, li Sûriyê dijmin asê bûye û bêyî hêviya li pêşerojê ye û bi giştî tevgera Berxwedanê û dijî istikbarê li navçeyê roja îro geştir, hêvîdartir û xurttir ji du sal berê di tevgerê da ye.

Wî tevî amajeya bi vêya ku şehîd Sulêymanî bûye mînak û lehengê xortên cîhana îslamê û navçeyê, got: Roja îro Sulêymanî li navçeya me sembola hêvî, xwebawerî, mêrxasî û sirra berxwedan û serketinê ye û hema wisa ku hinekan bi durustî gotiye, "Şehîd" Sulêymanî ji bo dijminên xwe xeternaktir ji "Serdar" Sulêymanî ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî şehîd Sulêymanî rastiyeke mayînde û hetahetayê zindî da zanîn û got: Kujerên wî yên wekî Trump û yên din, dê bibin jibîrçûyiyên dîrokê û di zibildanka dîrokê da dê wenda bibin, helbet piştî ku berdêla cinayeta xwe ya vê dinyayê bidin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevgera jêbirinê ya zorbêjan derheqê şehîd Sulêymanî li torên civakî nîşana tirsa wan heta ji navê şehîd û belavbûn û zêdebûna wê mînaka giranbiha da zanîn.

 

Serepeyv