Çile 01, 2022 09:38 Asia/Tehran
  • Serdar Hacîzade: Iqtidar û bandora şehîd Silêmanî li navçeyê, roja îro zêdetir ji berê ye

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Iqtidar û bandora serdarê şehîd Silêmanî li Îran, cîhan û navçeyê, roja îro zêdetir ji berê ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdar Emîr-Elî Hacîzade, Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di komcivîna Pêşengên cîhad û şehîdbûnê ya Rêhevalên Hac Qasim da got: Du sal bi ser şehîdbûna hac Qasim da derbas bûn û gelek aliyên aşkira û nihênî yên vê terorê ji aliyê amerîkiyan va hatin ragihandin, ku ew bi vê terorê li dû çi bûn.

 

Serdar Hacîzade got: Cinayetên ku rejîma terorîst a Amerîkayê û kesên ku hevrêtiya wan kir, tenê jêbirina fîzîkî ya fermandarekî nebû, belkî ew li dû lêdana derbine giran li Îranê bûn û armanca wan zêdetir ji wan mijaran e ku heta niha hatiye hilêxistin.

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Texmîna itilaatî ku wan ji bo vê kiryarên pêk anîbûn ev bû ku Îran dê bersivekê nede vê terorê.

Li gorî gotina serdar Hacîzade, pergala serdestîxwaz bi vê kiryarê hewil da ku berxwedana gel li hemberî zextên herî pirr bi dawî weree û ew bikarin armancên xwe bi dest bînin.

 

Serepeyv