Kanûn 31, 2021 21:51 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê Înê ya Tehranê siyonîst hişyar kirin

Pêşnimêjê Înê yê Tehranê got: Heger Rêjîma Siyonîst xeletiyeke herî biçûk bike, hêzên çekdar ên Îranê dê bersivekê bidin wan ku qet ji bîr nekin.

Hezretê ayetulah Seyîd Ehmed Xatemî li xutbeyên nimêja îniyê ya Têhranê, bal kişand ser meşqa vê dawiyê ya Pêxemberê Ezem (S) a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û berteka rayedarên Rejîma Siyonîstî û got: Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê berevanî û meşq û rahênan ji bo paşvekişandina dijmin e, lê eger Rêjîma Siyonîst biçûktirîn xeletiyekê bike û hizra destdirêjiyê li dijî gelê Îranê bêxe mêjiyê  xwe, wê bi mûşekên Sipahê Pasdarên Inqilabê, roja wan bibe şava reş û tarî.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja Înê ya Tehranê her wiha amaje bi duyemîn salvegera şehadeta General Qasim Silêmanî, fermandeyê berê yê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî kir û got: Komara Îslamî ya Îranê bi êrişa ser baregeha Eyn Esedê sîle li Amerîkayê xist, lê tolhildana dawî sizakirina hemû sebebkar, fermande, encamder û şêwirmendên terorkirina Serdar Silêmanî ne, bi taybet Trumpê cinayetkar e ku bi eşkere ev cinayet girt ustiyê xwe.

Hezretê ayetulah Xatemî diyar kir: Xwîna pak a şehîd Silêmanî û hevrêyên wî, hebûna ne rewa ya Amerîkayê li Efxanistanê bi dawî anî û bi erêkirina Parlamenta Iraqê, di demeke nêzîk de ew ê neçar bibin ji vî welatî jî derkevin.

Pêşnimêjê Înê yê Tehranê bi bîr xist ku êrişa hefteya borî ya Îsraîlê ser bendera Laziqiyê ya Sûriyê û hedefgirtina embarên xurek û dermanên vî welatî û got: Siyonîst hertim li dû êrişkarî û kiryarên terorîstî ne ku bi îzna Xwedê teala ji xeynî îmhabûnê tu çarenivîsa wan tuneye.

Serepeyv